Rûmal

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Davosê bi Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16.01.2024an li Davosê bi Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan re civiya.

Mijara sereke ya civînê, êrîşa li ser Hewlêrê û giringiya parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê bû.

Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez kir, dê ligel Serok Joe Biden behsa tedbîrên ji bo parastina aştiyê li navçeyê bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku berdewamiya êrîş û armanckirina sivîlan, ti bihaneyekê hilnagire û divê were rawestandin.