WRH daxwaza lêpirsîneke qanûnî li ser êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê de dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) derbarê êrîşên mûşekî yên Îranê yên li ser Hewlêrê de raportek belav kir û ragihand, tevî îdiayên Îranê jî, tenê welatiyên sivîl bûne armanc. Nebûna lêpirsîna qanûnî ya ji bo kuştina sivîlan ji hêla Îranê ve, dê di pêşerojê de bibe sedema êrîşên neqanûnî yên zêdetir.
Human Rights Watch ragihand, roja 15ê Çileya 2024ê êrişeke mûşekî ya Îranê li ser malekê li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê hat kirin û di encamê de 4 sivîl hatin kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn.
Lêkolînera Îraqî di Human Rights Watch de Sara Sanbar got: “Tevî îdiayên Îranî yên derbarê êrîşê de, ev kuştin piştî dîrokeke dirêj a kuştinan a ji aliyê Supaya Pasdarên Îranê ve tên ku sivîlan li deverên niştecihbûnê yên Herêma Kurdistanê dike armanc.”.
Sara Sanbar tekez kir, “Nebûna lêpirsîna qanûnî ya ji bo kuştina sivîlan ji hêla Îranê ve, dê di pêşerojê de bibe sedema êrîşên neqanûnî yên zêdetir.”
Got jî: “Di êrîşê de 2 karsazên herêmê Pêşrew Dizeyî, Kerem Mîxaîl, keça Dizeyî ya 10 ku roj ji rojbûna wê ya yekem re mabûn û karmendeke mala Dizeyî, hatin kuştin.”
Amaje bi wê jî da, Pasdarên Îranê di van salên dawî de li Herêma Kurdistanê gelek êrîş û kuştin kirine. Di Adara 2022’an de, Îranê bi mûşekên balîstî li mala karsazekî Kurd ê bi navê Baz Kerîm Berzincî ketibû armanc. Di Îlona 2022an de, di êrîşên li ser ofîsên partiyên opozîsyona Îranê de bi kêmî ve 16 kes hatin kuştin, bi dehan kes birîndar bûn û bi sedan malbat jî koçber bûn. Di 15ê Çileya 2024an de, Pasdarên Îranê berpirsatiya êrîşa li ser Hewlêr û bakurê Sûriyê girtibû ser xwe.”
Li hember vê yekê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî komîteyek ji bo lêkolînkirina êrîşê ava kir û soz da ku rastiyan ji raya giştî ya cîhanê re eşkere bike.
Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Eracî, ku serokatiya komîta lêkolînê ya hikûmeta Iraqê derbarê êrişa Îranê de dike got, di mala şehîd Pêşrew Dizeyî de ti belge nehatine dîtin ku nîşan bide ew mala wî wek baregeha Mossadê hatiye bikaranîn. Ji ber vê yekê Rêxistina Human Rights Watch got ku divê Iraq hemû encamên lêkolînên xwe eşkere bike.