Mesrûr Barzanî: Armanca me ye îsal yek milyon welatî xizmetkariya bankî werbigirin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje ku, armanca wan ew e heta dawiya îsal yek milyon welatî xizmetkariyên bankî werbigirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 25.1.2024) li ser tora civakî ya “X”ê ragehand, “Armanca me ew e ku heta dawiya sala 2024ê, yek milyon welatiyên Herêma Kurdistanê xizmetkariyên bankî werbigirin”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di pareka dî ya peyama xwe de nivîsiye, “Em dê sozên xwe bicih bînin”.

Roja Duşemê, 15.1.2024, Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da, qonaxa yekê ya karên pirojeya Hejmara Min li parêzgeha Hewlêrê di qonaxa dawiyê de ye û di dema çar mehên borî de nêzî 190 hezar fermanberan li parêzgeha Hewlêrê tevlî pirojeya Hejmara Min bûne.

Di wê ragehandinê de hatiye, zêdetirî şeş hezar fermanberan kartên bankê bi rêya pirojeya Hejmara Min wergirtine, herwesa meha borî nêzî sê hezar fermanberan bi rêya Hejmara Min mûçeyên xwe wergirtine.

Niha nêzî 50 amûrên kêşana pereyî (ATM) li bajarê Hewlêrê hene û hejmara wan di zêdebûnê de ye, pênc bankên taybet jî tevlî wê piroseyê bûne ku ev in; AR Bank, Banka Cîhanê, Banka Aşûrê, Banka Ehlî ya Îraqî û Banka BBAC, ku hemî şert tê de hene û ji aliyê banka navendî ya Îraqê ve hatine pejirandin, herwesa çend bankên dî jî li ser xetê ne.