Hejmareka birêveberiyan li devera Raperînê tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Çandinê û Çavkaniyên Avê radigehîne, “Biryar hatiye dan li devera Raperînê hejmareka birêveberiyan ji bo hêsankirina karûbarên welatiyan bê vekirin”.
Wezîra Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî îro (Pêncşem, 1.2.2024) di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, “Biryar hatiye dan li devera Raperînê hejmareka birêveberiyan bê vekirin ji bo ku karûbarên welatiyan bi hêsanî bi rê ve biçin”.
Herwesa got, “Devera Raperînê wekî devereka çandinê ya giring ji aliyê samanê giyanewerî, çandinê û avê ve giringiya xwe ya taybet heye”.
Li dû gotinên Bêgerd Talebanî, Devera Raperînê deşteka giring a bibereket heye ku yek ji deştên giring ên Îraq û Herêma Kurdistanê ye, ew jî deşta Bitwênê ye, lewma me pêdivî dît ku birêveberiyeka giştî ya çandinê, birêveberiyeka vîtêrnerî, daristan û pawan û çavkaniyên avîê li vê deverê bên vekirin”.
Navbiriyê herwesa amaje da, “Wezareta Çandinê desthilatên xwe ji bo birêveberiyên giştî şor kirine, ji bo ku karûbarên cotyaran û xwediyên kar û pirojeyên çandinê bi rê ve bibin, bê ku vebigerin wezaretê, ji bilî wan karên ku ji aliyê qanûnî ve bi wezaretê re peywendîdar in”.
Wezîra Çandinê û Çavkaniyên Avê zêdetir ron kir, “Ev ji bo wê yekê ye ku em hêsankariyên temam ji bo xelkê vê deverê bikin û ji wê rotîna ku di dema borî de hebû xilas bikin, ji vê derê bo Silêmaniiyê û ji Silêmaniyê bo Hewlêrê rizgar bikin, ji îro pêde karûbarên wan dê li vê deverê bi xwe bên bicihanîn”.