Parlamenterê PDK'ê: Fraksiyon dê rêjeya yasayî temam bikin û Desteya Serokatiyê were hilbijartin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterekî fraksiyona PDK'ê li Parlamentoya Kurdistanê ragihand, aliyên siyasî ji rewşa asêbûyî ya niha nîgeran in û ji bo hilbijartina Desteya Serokatiyê, dê beşdarî civînê bibin û rêjeya yasayî temam bikin.
Parlamenterê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê Osman Weysî, îro 4ê Mijdara 2026an, di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê, bang li hemû fraksiyonan kir ku amadehiya xwe ji bo civînên parlamentoyê nîşan bidin.
Osman Weysî bal kişand ser beşdariya fraksiyonên din ên parlamentoyê û got: "Fraksiyonên din jî xema Herêma Kurdistanê dixwin û ji vê rewşa xetimî ya siyasî nîgeran in. Ew ê werin hola parlamentoyê û rêjeya yasayî temam bikin, da ku em karibin Desteya Serokatiyê hilbijêrin."
Derbarê diyarkirina berbijarê PDK'ê de jî, Weysî da zanîn ku pirsa berbijaran dê di nava rûniştina parlamentoyê de bê yekalîkirin.
Wî parlamenterê PDK'ê derbarê têkiliyên xwe yên ligel fraksiyonên din de destnîşan kir: "Hemû parlamenter birayên me ne û em di yek parlamento û yek Herêma Kurdistanê de dixebitin. Pêwîst nake em ji wan bixwazin, ji ber ku ew bi xwe jî bi xema welêt ve ne; beşek ji wan dê îro û beşek jî di demeke nêzîk de amade bibin û bibin alîkar."
Li ser pirsa dabînkirina dengan ji bo bidestxistina rêjeya pêwîst a qanûnî, Osman Weysî diyar kir ku heta niha 97 parlamenteran sûnda yasayî xwariye û ew piştrast e ku hemû parlamenter ji ber hestiyariya qonaxê dê beşdarî civînan bibin.