Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê dest ji kar vekişand

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê dest ji kar vekişand. Diyar kir jî, ev biryar piştî wê yekê yê ku li hemberî wê kempineke reş destpê kiriye.

Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê Hafîze Gaye Erkan, li ser torên civakî, destjikar vikişandina xwe pêşkêşî Serokomarê Tirkiyê kir.

Erkan got, ew ji 8ê Hezîrana 2023’ê ve karê xwe dimeşine û bi dilgermiyeke mezin berdewam bûye. Da zanîn, di demên dawî de, hemberî wê kempineke reş destpê kiriye û tevî zarok û malbata xwe ji vê ziyan dîtine. Bi vê armancê biryara destjikarvekişandina xwe girtiye.

Piştî daxuyaniya Hafîze Gaye Erkan, Wezîrê Darayî Mihemed Şîmşek da xuyakirin, ev biryara wê ye, rêz lê digirin û ji ber xizmetên wê jî spas dikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan roja 9ê Hezîrana 2023an, Hafize Gaye Erkan wek Seroka Banka Navendî tayîn kir. Di dîroka Komara Tirkiyê de ev cara yekemîn bû ku ev post ji bo jinekê tê dayîn.