Li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê erdhej çêbûn
Diyarbekir (K24) – Serokatiya Rêveberiya Rewşa Awarte û Felaketan a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand, ji saetên îşev (03.01.2024) heta sibehê, li 3 navçeyên ser bi Xarpêt, Mereş û Colemêrgê ve erdhej çêbûne. Li gorî pîvana hêza van erdhejan, hat zanîn hêza erdheja li Gevera Colemêrgê zêdetir bûye û 4.3 hatiye pîvan.
3 roj man ku sala erdhejên 6ê Sibata 2023an biqede, lê ev salek e piştî erdhejên ku navenda wan li Mereşa Bakurê Kurdistanê bûn, bi hezaran erdhejên hûr û gir çêbûne. AFADê ragihand ku îşev saet ji 03:00yan heta 07:00an, li 3 navçeyên 3 bajarên Bakurê Kurdistanê erdhej çêbûne.
Li gorî daxuyaniya AFADê, li navçeya Sivrîce ya Xarpêtê, erdjeke bi hêza 3,9 çêbûye û 7 kîlometir di bin erdê de hatiye pîvan; li navçeya Kurdoxolî ya Mereşê erdhejeke bi hêza 3,5 çêbûye û 9,12 kîlometir di bin erdê de hatiye pîvan; li Gevera navçeya Colemêrgê jî erdhejeke bi hêza 4,3 çêbûye û ev erdhej jî 7 kîlometir di bin erdê de hatiye pîvan.
Ji ber ku hêza erdheja li Geverê xwe dabû hîskirin, Parêzgarê Colemêrgê Elî Çelîk ku di heman demê de qeyûmê Şaredariya Colemêrgê ye jî peyamek parve kir. Elî Çelîk di peyama xwe de diyar kir ku di vê erdhejê de ziyaneke malî û canî nehatiye ragihandin.