Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoza Fînlandayê dike

Nêçîrvan Barzanî û Anu Saarela
Nêçîrvan Barzanî û Anu Saarela

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoza Fînlandayê li Îraqê dike, pê re danûstandinan li ser rewşa siyasî û ewlehî ya Îraqê û aloziyên Rojhilata Navîn dike, herwesa piştgiriya Fînlandayê ji bo Herêma Kurdistanê û berhingarbûna terorê jî bilind dinirxîne.

Li dû ragehandineka Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Yekşem, 4.2.2024) pêşwaziya Balyoza Fînlandayê li Îraqê Anu Saarela kir.

Di hevdîtinekê de, wan her du aliyan tekez li ser xwasteka dualî ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina arîkariyên hevpar ên Fînlandayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re di warên cuda cuda de kir, herwesa dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî û ewlehî ya Îraqê û giringiya parastina aramî û seqamgiriya welatî li hev guhertin.

Nêçîrvan Barzanî rêz û spasiyên Herêma Kurdistanê ji bo tevlîbûna Fînlandayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de diyar kirin û pesna pişgiriya Fînlandayê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo berhingarbûna terorê jî kir, herwesa amaje da rolê hêzên Fînlandayê ku hêşta li Herêma Kurdistanê di erkên xwe de ne.

Bandor û verêjên şerî li Ukraynayê û dawî pêşhatên rewşa aloziyên Rojhilata Navîn û şerê Xezzeyê û çend pirsên dî tewerekê dî yê wê hevdîtinê bûn.