Welatiyên Tirkiyeyê ji ber pirsgirêkên aboriyê bi dilekî şikestî pêşwaziya Roja Evîndaran dikin

Stenbol (K24) – Roja Xweşdiviyan belkî roja herî xweş û geş a evîndaran e, lê welatiyên Tirkiyeyê ji ber pirsgirêkên aboriyê bi dilekî şikestî pêşwaziya vê rojê dikin û nikarin diyarî bikirin. Remza herî diyar a Roja Xweşdiviyan gul jî pişka xwe ji helawsanê girtiye. Digel ku nirxê gulê zêde neguheriye, xelk nakirin û gulfiroş jî ji ber kêmbûna bazarê gazindan dikin.

Welatiyên Tirkiyeyê ji ber helawsanê û pirsgirêkên aboriyê bi dilekî şikestî pêşwaziya 14ê Sibatê Roja Xweşdiviyan dikin. Yek ji welatiyan jî balê dikşîne li ser xemên debara jiyanê û dibêje asayî ye ku hinek kes di rojeka wiha xweş de jî nekarin diyariyek bo xweşdiviya xwe bikirin.

Welatî: “Bi rastî jî her tişt gelek biha ye û lewma xelk nikare diyarî bo xweşdiviya xwe bikire. Îro mûçeya kêmîne 17 hezar lîre ye û heqê kirê bûye 20 hezar lîre. Xelk nikarin debara xwe bikin, dê çawa diyariyan bikirin?”

Hin welatiyên din jî di wê baweriyê de ne ku ji bo evîna rasteqîn pêwîstî bi diyariyan nake û di roja xweşdiviyan de diyarî bo wan neyê kirîn ne xem e.

Welatî: “Di vê helawsanê de dema diyarî nehatibe kirîn divê xweşdivî ji hev nexeyidin û dilê wan ji hev nemîne. Kesê ku nekariye diyarî bikire, dikare rewşa xwe bide fêhmkirin. Lê wekî min got neçar nîne ku diyarî bikire.”

Roja Xweşdiviyan geştirîn roj e bo Gulfiroşan lê ew jî bi çaveke heyirî gazind ji kêmbûna bazarê dikin.

Gulfiroş Derya Barun: “Sala borî karê me baş bû lê îsal karê me kêm bûye. Digel ku gulên me biha jî nînin lê xelk nakirin. Ji bo xweşdiviya xwe nikarin gulek jî bikirin.”

Nirxê gulê herçend li hin navçeyên Stenbolê bi 100 lîreyan were firotin jî, li piraniya cihan wekî nirxê xwe yê sala borî 50 lîre ye.

Helawsana li Tirkiyeyê bandora xwe li ser remza herî diyar a Roja Xweşdiviyan gulê jî kiriye. Gulfiroşan diyar dikin ku, qet nebe gulên di destê wan de di roja xweşdiviyan de neçilmasaban.