Gerînendeyê kompaniya lêgerîna zêr hat binçavkirin
Diyarbekir (K24) – Hat ragihandin ku gernîndeyê kompaniya lêgerîna zêr a li Îlîça Erzinganê tê de ax herifi bû hatiye binavkirin her wiha xebatên lêgerîna 9 karkerên mayîn bin axê de jî berdewam in.
Li Îlîça Erzinganê li aliyekê xebatên lêgerîna 9 karkerên mayîn bin axê de berdewam in, li aliyekê jî lepirsîna ji aliyê serdozgeriya komarî ve hatî vekirin didome.
Herî dawî jî di çarçoveya lêpirsînê de Gerînendeyê Kompaniyê yê Tirkiyeyê C.D hat binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de 6 kes hatibûn binçavkirin û 2 kes jî bi mercê dadî hatibûn berdan ku hat zanîn nava wan 6 kesên hatîn binçavkirin de rêveberê kompaniyê yê Kanadayî jî heye.
Hêjayî gotinê ye ku kompaniya ku li Îlîça Erzinganê kare lêgerîna zêran dike kompaniyek kanadayî ye.
Wezîrê Enerjî û Samanên Siruştî yê Tirkiyeyê li ser pirsekê dabû zanîn, beriya ku bûyer biqewime karkeran dîtiye ku ax deriziye û metirsiyek derketiye holê ku li ser vê yekê jî karkerên li qadê bûn hemu ji qadê hatine derxistin û paşê jî 9 karker bo kontrole vegeriyane qadê û ax herifiye û karker mane bin de.