Li Mêrdînê 20 hezar û 50 telefonên qaçax hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji aliyê Gerînendehiya Ewlekariya Mêrdînê ve hat ragihandin ku di barhilgirekê de 20 hezar 50 telefonên qaçax hatine girtin.

Gerînendehiya Ewlekariya Mêrdînê da zanîn ku di pişkinînên hatçoyê de barhilgirek guman li ser heyî hatiye rawestandin û tê de lêgerîn hatiye kirin ku di encama di encama lêgerînê de di barhilgirê de 20 hezar û 50 telefonên qaçax, 16 hezar cixareyên elektronîk, 1000 berguhkên bêqablo û 80 şehên por ên elektronîk hatine girtin.

Bi fermana serdozgeriya komarî hêzên ewlekariyê dest danîn ser amurên hatîn girtin û 3 kes jî hatine binçavkirin. Hat zanîn ku lêpirsîn berdewam e.