PWK: Dewleta Tirk Tirkên Ahiskayê li Bedlîsê bi cih kirine

Diyarbekir (K24) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê PWK, li ser amajeyên ku Dewleta Tirk 218 malbatên Tirk ên Ahiskayê ku ji 703 kesan pêk tên, ji Ukraynayê anîne; li navçeya Xelatê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê bi cih kirine, daxuyanî da.

Di daxuyaniya PWKyê de bal li ser siyaseta Tirkiyeyê hat kişandin ku bi anîna wan malbatan armanc ew e ku demografî bê guherandin.

Daxuyaniya PWKê, bi vî awayî dewam kir:

“Dewleta Tirk 218 malbatên Tirk ên Ahiskayê ku ji 703 kesan pêk tên, li navçeya Xelatê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê bi cih kirin.

Dewleta Tirk, ji avakirina Komara Tirkiyeyê heta îro, ji bo demografiya Kurdistanê biguherîne, gelek caran hinek mirovên ji Kafkasya, Afganîstan, Balkanan û ji hinek bajarên herêma Behra Reş a Tirkiyeyê ne, li hinek bajarên Bakurê Kurdistanê bi cih kirine.

Lê Dewleta Tirk di vê siyaseta xwe de zêde bi ser neketiye û nikaribûye bi vê siyasetê demografiya Bakurê Kurdistanê biguherîne.

Niha ev gava ku bicihkirina 218 malbatên Tirk ên Ahiskayê li navçeya Xelatê ya Bedlîsê jî nîşan û berdewamiya wê hişmendiya Dewleta Tirk e ku dixwaze demografiya Xelatê, demografiya Bakurê Kurdistanê biguherîne.

Cihê pirsê ye, ma gelo tu bajarên ku xelkê wê bi Tirkî dizanin nemabûn ku Dewleta Tirk Tirkên Ahiskayê li bajarên Kurdan bi cih bike? Belê, Kurdistan welatê miletê Kurd û kurdistaniyan e; mafê Dewleta Tirk tune ye ku gelên din li Bakurê Kurdistanê bi cih bike.

Divê Dewleta Tirk dest ji vê siyasetê û kiryarên xwe yên ku dixwaze demografiya Kurdistanê biguherîne berde.”