Sûdanî berdewamiya danûstandinan li ser diyarkirina parêzgerekî ji bo Kerkûkê tekez dike

Mihemed Şiya Sûdanî
Mihemed Şiya Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê li gel hêzên siyasî, yên ku di hilbijartinên Civata Parêzgeha Kerkûkê de serkeftine, dicive û berdewamiya danûstandinan li ser diyarkirina parêzgerekî ji bo Kerkûkê tekez dike.

Di ragehandineke Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê de hatiye, “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Yekşem, 03.03.2024) li gel hêzên siyasî, yên ku di hilbijartinên Civata Parêzgeha Kerkûkê de serkeftine, civiya”.

Di wê civînê de berdewamiya danûstandinan li ser diyarkirina parêzgerekî ji bo Kerkûkê û lihevkirina li ser karnameyeke hevpar hat tekez kirin.

Herwesa du heftî jî hatin diyarkirin ji bo ku parêzgerek ji bo Kerkûkê û serokek ji bo civata parêzgehê Kerkûkê bên diyarkirin.

Herwesa Sûdanî ragehand, “Giring e ku danûstandinên navbera hêzên siyasî pêxemetî parastina aştiya civakî ya bajarê Kerkûkê berdewam bin”.

Her îro Serokwezîrê Îraqê di gotarekê de li Dîdara Rafîdeynê ragehand, “Em dixwazin li Kerkûkê mafên hemî aliyan parastî bin”.