Dr. Saman Barzanî: Hikûmeta Herêmê 120 milyar dînar ji bo derman û pêdiviyên bijîşkî dabîn kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê 120 milyar dînar ji bo derman û pêdiviyên tenduristiyê dabîn kirine.

Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê 120 milyar dînar ji bo derman û pêwîstiyên tenduristiyê ji fermangehên tenduristiyê re dabîn kiriye.

Dr. Saman Berzincî amaje bi wê jî kir, Sektora tenduristiyê bi berdewamî pêwîstiya wê bi piştgirî û geşepêdana tenduristiyê heye.

Wezîrê Tendirustiyê da zanîn, li Iraqê di bûdceya hakîmeyê de bûdceyeke taybet ji bo tenduristiyê heye, par li gorî salên borî, sal bi sal rêjeya bidestanîna derman û pêdiviyên bijîşkî zêde bûye û di sala 2023an de jî, nêzîkî 194 milyar dînar bo Herêma Kurdistanê hatiye terxankirin.

Tekez kir jî, ew valahiya ku derketiye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzîkî 120 milyar dînar ji bo derman û pêdiviyên bijîşkî ji bo fermangehên tenduristiyê dabîn kiriye.

Her îro jî, Wezîrê Tendirustiyê yê Îraqê bi şandeke bilind a wezareta xwe gehişt Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî û Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ve pêwazî lê hat kirin.

Wezîrê Tendirustiya Iraqê Salih Hesnawî di konferanseke rojnamevanî de jî got, dabînkirina dermanan ji Herêma Kurdistanê re, ji erkê wezareta wî ye û wan par bi 185 milyar dînar pêwîstiyên bijîşkç şandin Herêma Kurdistanê.