Partî û hêz û komeleyên Kiristiyanan: Em hilbijartinên Perlemana Kurdistanê boykot dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Mezintirîn kombûna partî û hêz û komeleyên Kiristiyanên Kildanî, Siryanî, Aşûrî û Ermenî di konfiranseke rojnamevanî de ragehand ku, hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê boykot bikin.
Partî û hêz û komeleyên Kiristiyanên Kildanî, Siryanî, Aşûrî û Ermenî îro (Duşem, 11.03.2024) di konfiranseke rojnamevanî de helwesta xwe li ser hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Herêma Kurdistanê diyar kir û ragehand, “Biryara Dadgeha Federalî pêngavek bû ji bo lêdana pêkvejiyanê û zêdegavî û binpêkirina destûr û qanûnê”.
Herwesa amaje da, “Biryara Dadgeha Federalî ku kursiyên kutayan hilweşandin ji verêja şaşiyeke dîrokî ya YNKyê bû pêxemetî bidestxistina destkeftiyên siyasî yên niha.
Bal kişand ser wê yekê jî ku, ji verêja pêşengiya firaksiyona YNKyê, pêkhat rûbirûyî rewşeke nexwastî bûne, ku ev pêngavek e ji bo lêdana pêkvejiyanê û demokrasiyê li Herêma Kurdistanê.
Behsa wê yekê jî kir ku, sîstema kutayê ya Perlemana Kurdistanê, ku her li sala 1992ê hatiye pejirandin û kar pê hatiye kirin, bingehek e ji bo nûnerîtiya siyasî ya Kiristiyan û Tirkmenan li Perlemana Kurdistanê, ji ber ku Ermen û Kildan û Siryan û Aşûrî wekî pêkhat û kêmaniyên neteweyî û olî nikarin pêşbirkê di hilbijartinan de bikin ji ber zêdehiya hejmara pêkhata neteweya Kurd û nebûna derfeta hevseng ji aliyê hejmara ve.
Tekez jî kir ku, ew wekî hêz û aliyên nav Hevpeymaniya Yekîtiya Neteweyî di gera pêncê ya Perlemana Kurdistanê û hevpeymaniya Hemorabî de ku piraniya dengên wan ji bajar û gundên Kurdistanê û deşta Neynawayê û Îraqê hatine bidestxistin, radigehînin ku dê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê boykot bikin, wekî redkirina wê şaşiya dîrokî ya Dadgeha Federalî û YNKyê li beranberî pêkhatên Kildanî, Aşûrî, Siryanî û Ermenî.
Ron jî kir ku, biryara wan manaya dawiyê nîne, eger xelkê wan daxwazê jê bike ku tevlî hilbijartinan bibin. Herwesa daxwazê dikin ku lez li hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bê kirin, pêxemetî parastina ezmûna demokrasiyê li Kurdistanê û bihêztirkirina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.
Her yek ji Partiya Yekîtiya Demokratî ya Kildanî, Hevbenda Kildanî ya Cîhanî, Partiya Bizava Kombûna Siryanî, Tevgera Şilama ya Karûbarên Kiristiyanan “Kildan, Siryan, Aşûrî û Ermen”, Partiya Civata Neteweyî ya Kildanan, Komîteya Birêveberiya Taîfa Ermenên Ortodoks, Komeleya Rewşenbîrî ya Ermenî, Hevpeymaniya Yekîtiya Neteweyî - Herêma Kurdistanê û Hevpeymaniya Hemorabî - Îraq ew ragehandin îmza kiriye.