PWK daxwaza yekrêziya navmala kurdî dike
Stenbol (K24) – Liqê Stenbolê ya Partiya Welatparzên Kurdistanê (PWK) Komkûjiya Helebçeyê bi civîneka rojnamevanî şermezar kir. Dirûşma sereke ya çalakiya bîranînê, parastina destkeftiyên Herêma Kurdistanê û yekrêziya nav mala Kurdî bû da ku Kurd careke din rûbirûyê kuştin û komkujiyan nebin.
Komkûjiya Helebceyê ji aliyê Liqa Stenbolê ya Partiya Welatparzên Kurdistanê (PWK) ve bi civîneka rojnamevanî hate şermezarkirin. Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk di daxuyaniya xwe de hewl û xebatên dîrokî yên bo yekrêziya nav mala Kurdî bibîr anî û got, ya Kurdan jinavçûnê parastiye, yekrêzî bûye. Di encama vê de destkeftiyên stratejîk li Herêma Kurdistanê çêbûne û divê ji aliyê hemû Kurdan ve were parastin.
Serokê PWKê Mustaf Ozçelîk: “Divê hemû hêz û aliyên Herêma Kurdistanê dest bidin hev, parlamento, hikûmet, hêzên Pêşmerge, bi awayeke yekgirtî xurttir bikin. Tifaqa xwe pêk bînin. Li hemberî Bexdayê jî, li hemberî dagikerên Herêmê jî û li hemberî dinyayê jî divê yekdeng bin. Heke em yekdeng bin, me gûman niye dê ew îradeya referandûmê de peyda bûbû pêk bê.”
Hin ji beşdaran jî diyar kirin, daku Kurd careke din rûbriûyê trajediyên wiha nebin divê Kurd ders ji dîroka xwe ya pir komkûjî derbixin, yekreziya nav mala xwe biparêzin û xebat bo serxwebûnê bikin.
Siyasetmedar Mele Ebdûlmecîd Kapazan dibêje: “Mala Barzaniyan zêdetir ji 100 salan e bi Pêşmergeyên Qehreman û bi dîplomasiyeke bêeman xweditiya milletê Kurd dikin. Em hêvî dikin ew serkeftinên mezin bo milletê Kurd bidest bixin. Îro dewleteka Kurdî li Herêma Kurdistanê amade ye û divê em hemî xizmeta wê bikin.”
Ji parçeyên din ên Kurdistanê jî hejmarek kes û alî beşdarê çalakiya bîranînê bûbûn û li gor hin ji wan Kurd digel derbasbûna 36 salan bi ser Komkûjiya Helebçeyê, hê jî nekarîne xwe ji kuştin û gefan rizgar bikin. Li gor wan jî takerêya rizgariyê yekbûn e.
Endamê Tevgera Avakirina Demokratîk li Kurdistana Sûrî Mistefa Ebdo got: “Divê em hemû Kurd lihev bikin. Divê em yek bin. Em ti caran destê xwe nedin dijmin. Em derewan li miletê xwe nekin daku em miletê xwe serfiraz bikin.”
Qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê li Stenbolê ji bilî PWKyê ji aliyê gelek saziyên sivîl û partiyan ve bi çalakiyên cûrbecûr hatin bibîranîn.