Sizayên erebeyên tomarkirî yên Herêma Kurdistanê ji Bexdayê bo Hewlêrê tên vegerandin

.
.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Navxwe yê Îraqê biryarê dide ku sizayên erebeyên tomarkirî yên Herêma Kurdistanê ji Bexdayê bo Hewlêrê bên vegerandin.

Di çarçoveya rehgahendineke Wezareta Navxwe ya Îraqê de hatiye, Wezîrê Navxwe yê Îraqê Ebdulemîr Şemerî di çarçoveya civîna xwe û Birêveberiya Giştî ya Hatinûçûnê ya Îraqê de, biryar daye ku sizayên erebeyên tomarkirî yên Herêma Kurdistanê ji Bexdayê bo Hewlêrê bên vegerandin, ji bo ku li wê derê bên sizadan.

Pêştir jî Wezareta Pilandananê ya Îraqê ragehandibû, hejmara erebeyan li Îraq û Herêma Kurdistanê gehiştiye di ser heft milyon erebeyan de.

Li dû texmînên Wezareta Pilandananê ya Îraqê, “Ji her hezar mirovan, 175 kesan erebe hene”.