Parêzerên Bakurê Bakurê Kurdistanê: Zext li ser me bi awayeke dijwartir tê meşandin

Diyarbekir (K24) – Di 5ê Nîsanê Roja Parêzeran de ji aliyê Baroya Diyarbekir ve li ber Avahiya Dadê ya Diyarbekir civînek çapemeniyê hat li darxistin. Di civînê de bal hate kêşan ku li Tirkiyeyê hîn jî parêzer ji ber kare xwe tên darizandin û hat amajekirin ku pergala zextê li parêzeran dike li Bakurê Kurdistanê bi awayeke dijwartir tê meşandin.

Li Tirkiyeyê 5ê Nîsanê wek Roja Parêzeran tê pîrozkirin. Bi vê boneyê jî parêzerên Baroya Diyarbekirê li ber Avahiya Dadê kom bûn. Ser navê Baroya Diyarbekir serokê Baroya Diyarbekir Nahît Eren amaje kir ku ji sala 2016an ve li Tirkiyeyê ji 1700î zêdetir parêzer hatine darizandin, 700 parêzer hatine binçavkirin, li 553 parêzeran jî sizayê zindanîkirinê hatiye birrîn. Parêzeran bal kêşandin ku ji xwe li Tikrkiyeyê zext ser parêzaran heye lê li Bakurê Kurdistanê ev yek zêdetir tê dîtin.

Hevserokê Şaxa Diyarbekirê yê Komeleya Hiquqnasên Azadîxwaz Riza Polat ji K24ê re got: “Sala borî li Diyarbekir bo 25 parêzeran biryara binçavkirinê hat dayîn û ji wan bo 9 parêzeran pêvajoya darazê berdewam e. Parêzer ji ber ku kare xwe dikin rastî zextê tên û di erdnîgariya Kurdistanê de em dibînin ev yek bi awayeke girantir tê meşandin lê emê dest ji parastina dadperweriyê bernedin.”

Parêzeran anîn zimên ku ji xwe şert û mercên parêzeran giran in û li gel vê yekê parêzer dikevin xema debarê jî ku rewşa gele parêzeran a darayî xirap e û bang tê kirin ku şert û mercên darayî yên parêzran jî werin sererastkirin.

Endamê Rêveberiya Baroya Diyarbekir Mehmet Işik dibêje: “Dema ku parêzer kare xwe dikin divê nekevin xema debarê. Lê mixabin parêzer ji aliyê debarê ve pirsgirêkan dijîn. Divê rewşa aboriyê ya parêzeran berçav were girtin û bo vê yekê jî dewlet divê çareseriyekê bibîne.”

Nunerên parêzeran balê dikêşin eger hiquq were binpêkirin pêkan e ku parêzer vê yekê çareser bikin, lê dema ewlekariya parêzeran nebe dê kes nemîne ku hiquqa birîndar derman bike.