Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Kerkûkê alîkariyan li ser 250 malbatan dabeş dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê ofîsa Kerkûkê ya Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî ragihand, bi hevkariya xêrxwezan ew alîkariya nextî li ser 250 malbatên hejar ên Kerkûkê dabeş dikin.

Berpirsê ofîsa Kerkûkê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Rêbiwar Mihemed îro 8ê Nîsanê ji K24ê re ragihand, “Em wek Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, em ê pereyan li ser 250 malbatên hejar ên Kerkûk û derdora wê dabeş bikin.”

Rêbiwar Mihemed diyar kir jî, “Me di meha Remezanê de dest bi vê kampanyayê kir û me bi xwe serdana hejmarek malbatan kir, li hemû taxên Kerkûkê kesên ku rewşa jiyana wan ne baş e û di asteke nizim de ye û emê îro alîkariya wan bikin.”

Herwiha got: “Ev alîkarî ji aliyê komek xêrxwazên ku baweriya wan bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî heye ve ye, bi boneya nêzîkbûna meha Remezanê tê kirin û em îro di vê proseyê de hemû wan malbatan dilxweş bikin.”

Rêbiwar Mihemed got jî ku ev çalakiya yekem e, çalakiya duyem jî heye ku komeke xêrxwaz dê kelûpelên cejnê, pereyên zekatê û şîrîniyê belav bikin.

Fly Erbil Advertisment