Haydariya rabûna lehiyan li 15 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tê dan
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber berdewamiya baranên dijwar, haydariya rabûna lehiyan li 15 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tê dan.
Saziya Keş û Hewayê ya Tirkiyeyê îro (Sêşem, 09ê Nîsana 2024ê) ragehand ku, pêleke baranê ya dijwar Bakurê Kurdistanê û hejmareke parêzgehên Tirkiyeyê vedigire, herwesa 15 parêzgeh jî xistine nav lîsta haydariya rabûna lehiyan.
Saziya Keş û Hewayê ya Tirkiyeyê herwesa ragehand, “Ew pêla baranê dê deverên rojhilata Akdenîzê tevî parêzgehên Bedlîs, Mûş, Şirnex û Wanê yên Bakurê Kurdistanê vebigire”.
Wê saziyê haydarî li ser çêbûna lehiyan û pengiyana avê li navendên parêzgehan jî da, herwesa amaje jî da ku baran û birûsk dê heta dawiya vê heftiyê berdewam bin.