Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê pêşwaziya tîma pizişkî ya Hevpeymanan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fermandeyê Hêzên Îtalî û tîma pizişkî ya Hevpeymanan dike.

Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî îro (Sêşem, 09ê Nîsana 2024ê) bi amadebûna Birêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed pêşwaziya tîma serbazî ya Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê, Fermandeyê Hêzên Îtalî Kolonel Franchisco û tîma pizişkî ya Hevpeymanan kir.

Herwesa di civînekê de bi merema lihevguhertina şarezayî û xizmetkariyên tendirustî û çêkirina peywendiyan bi dezgehên tendirustî û tîma navbirî re û çend bernameyên pêşxistinê û bilindkirina astê şiyanan û hevahengî û mukomkirina peywendiyan û dabînkirina alîkariyên pizişkî danûstandin hatin kirin.

 

Fly Erbil Advertisment