9. Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê hat destpêkirin

Diyarbekir (K24) - 9. Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê li Diyarbekirê di navçeya Sûrê de di Qesra Îskenderpaşa de hat destpêkirin û Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir Serra Bucak û Dogan Hatun jî tevlî bernameya destpêkê bûn û di lîstokê de jî cih girtin.
9. Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve tê lidarxistin di Qesra Îskenderpaşa de hat destpêkirin. Mîhrîcana ku di 18ê Nîsanê de dest pê kirî dê heta 27ê Nîsanê bidome.
Di vê mîhrîcanê de, 5 lîstokên şanoyê yên bi tirkî û 14 lîstokên şanoyê yên bi kurdî dê werin nîşandan, ku komên şanoyê yên Dihok, Seqiz û Kerkukê jî tevlî mîhrîcanê bûne.
9. Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê îsal bi dirûşma “Bi hebûna xwe, bi xwebûna xwe” tê lidarxistin.
Di bernameya vekirina mîhrîcanê de Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Serra Bucak û Dogan Hatun jî tevlî wê bûn û amaje kirin ku ew dê îsal Diyarbekirê bikin paytextê çandê û bang hate kirin ku bila welatî li mîhrîcanê xwedî derbikevin.
Di pareke lîstoka vekirinê ya mîhrîcanê de, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir Dogan Hatun jî cih girt.