Dîwarê Goristana Korê ji ber ava baranê herifî, kuştî û birîndar hene

Dema rûdana Korê
Dema rûdana Korê

Navenda Nûçeyan (K24) - Baraneke dijwar li nahyeya Korê ya girêdayî qezaya Pîrmamê barî, di encamê de dîwarê Goristana Kevin a Korê bi ser çend welatiyan de herifî û hin ji wan welatiyan birîndar bûn û yek jî mir.

Peyamnêrê K24ê îro (Çarşem, 01.05.2024) ragehand, “Ji ber herifîna dîwarê goristana kevin a Korê, çar jin birîndar bûn. Piştî veguhastina wan jinan ji bo nexweşxaneyê, yek ji wan mir”.

Li dû wê vîdyoyê ya ku li ser torên civakî yên Kurdistan24ê hatiye belavkirin, çend welatî di ber wî dîwarî re derbaz dibin û ji nişkê ve ew dîwar diherife û di wê demê de jî çend welatiyên din mijûlî vîdyokirina wê baranê ne”.

Ev du roj in ku pêleke baranê deverên Herêma Kurdistanê vegirtiye. Pêştir Berdevkê Wezareta Veguhastin û Gehandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîlan Reşad jî di konfiransekî rojnamevanî de ragehandibû, “Ev pêla baranê ya ku Herêma Kurdistanê vegirtiye dê heta Duşema bê (06.05.2024) berdewam be”.

Herwesa Birêveberiya Keşnasî û Erdhejnasiyê ya Herêma Kurdistanê jî duhî (Sêşem, 30.04.2024) ragehandibû, “Îşev û rojên Çarşem, Pêncşem û Înê li sernaserî Herêma Kurdistanê baraneke zêde dibare”. Herwesa haydarî dabû welatiyan ku mimkin e lehî jî rabibibn.

Fly Erbil Advertisment