Kamil Berzincî: 25 hezar karkerên biyanî li Hewlêrê kar dikin

Kamil Berzincî
Kamil Berzincî

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Birêveberiya Îqameyan a Hewlêrê radigehîne, “Pilana Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye ku derfetên karî ji bo karkerên navxwe zêde bike, tevî wê yekê jî rêkarên qanûnî ji bo wan kesan diyar kirine yên ku dixwazin li Herêma Kurdistanê kar bikin”.

Birêveberê Birêveberiya Îqameyan a Hewlêrê Kamil Berzincî ji K24ê re ragehand, “Anîna karkerên biyanî bi rêya kompaniyan dibe, li ser bingeha wan şarezahiyên ku kêmpeyda ne”. Herwesa got, “Kompanî daxwaza anîna karkerên biyanî pêşkêşî Wezareta Navxwe dikin, Wezareta Navxwe jî li dû sîstema xwe helsengandinê ji bo daxwazên wan dike û bi awayê eliktironî vîzayê dide wan karkerên biyanî yên ku bi rêya kompaniyan daxwaza karî li Herêma Kurdistanê dikin”.

Birêveberê Birêveberiya Îqameyan a Hewlêrê herwesa amaje jî da, “25 hezar karkerên biyanî li Hewlêrê hatine tomarkirin, tevî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bizavê dike ku derfetên karî ji bo karkerên navxwe zêde bike”. Herwesa got, “Divê derfetên karî ji bo xelkê navxwe bin”.

Kamil Berzincî di derheqa hatina wan karkerên biyanî de yên ku bi qaçaxî tên nav Herêma Kurdistanê ragehand, “Hatina karkerên biyanî bi rêyên qaçax berdewam e lê bizav hatiye kirin ku bê kontirolkirin”.

Navbirî tekez jî kir, “Rêkarên qanûnî yên karkirinê dê ji bo her karkerekî biyanî bên bicihanîn, mafên wan jî dê li dû peymanên wan bên parastî bin”.

Birêveberê Birêveberiya Îqameyan a Hewlêrê tekez jî kir, “Her karkerekê skalayê bike, li dû peymana wî lidûçûn dê ji bo doza wî bê kirin, tevî wê yekê jî binpêkirin kêm bûye”.

Kamil Berzincî li dawiyê jî amaje da, “Ew karkerên ji bo karî tên Herêma Kurdistanê ji Îran, Tirkiye û Sûriyeyê ne”.