Yadgar Mehmûd: Heta niha edilandina qanûna budceyê nehatiye Civata Nûnerên Îraqê

Yadgar Mehmûd
Yadgar Mehmûd

Navenda Nûçeyan (K24) - Endameke Lijneya Qanûnî ya Civata Nûnerên Îraqê radigehîne, “Heta niha mijara edilandina qanûna budceyê nehatiye Civata Nûnerên Îraqê”. Herwesa dibêje, “Eger ew mijar bê Civata Nûnerên Îraqê jî, mimkin e zêdetir demê bixwaze”.

Endama Lijneya Qanûnî ya Civata Nûnerên Îraqê Yadgar Mehmûd îro (Pêncşem, 02.05.2024) ji K24ê re ragehand, “Heta niha mijara edilandina qanûna budceyê nehatiye Civata Nûnerên Îraqê, lewma pêdivî ye di zûtirîn dem de ew mijara bê Civata Nûnerên Îraqê”.

Endama Lijneya Qanûnî ya Civata Nûnerên Îraqê herwesa got, “Niha ji bo edilandina qanûna budceyê dereng e. Di welatekî dezgehî de, ji bo ku neçarî qeyrana darayî nebî, divê tu bizanî dahat û xerciyên te çend in. Herwesa pêdivî ye te hisabên dawiyê hebin, ji bo ku siyaset û bernameyên aborî ji bo paşerojê destnîşan bikî”.

Yadgar Mehmûd amaje jî da, “Eger ew mijar bê Civata Nûnerên Îraqê jî, mimkin e demeke zêdetir bixwaze heta deng li ser wê bên dan ji ber ku sedema siyasî aliyekî paşkeftina wê mijarê ye. Herwesa pejirandina wê edilandinê jî ji aliyê Civata Nûnerên Îraqê ve aliyekî din ê wê mijarê ye”.

Navbiriyê ron jî kir, “Li sala 2023ê aliyên Kurdî yên Bexdayê li ser mijara pişka Herêma Kurdistanê hevnerîn nebûn. Wê yekê jî bandoreke nerênî hebû, xasma firaksiyona YNKyê ku çend rêz ji bo çend madeyan zêde kirin, ku qaşo di hin rewşan de parêzgeh bi awayekî cuda bên peredarkirin, ne ku li ser astê Herêma Kurdistanê, an jî eger arêşe di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de çê bûn, hingê Wezareta Darayî ya Federalî yan Serokwezîrê Îraqê bibe navbeynkar”.