Mesrûr Barzanî: Em dixwazin zanîngeh û navendên me yên akademîk di asta pêşketinên bilez ên vê serdemê de bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, “Em dixwazin zanîngeh û navendên me yên akademîk di asta pêşkeftina bilez a vê serdemê de bin û alîkariya geşepêdana jêrxaneya aborî ya me bikin.,” Tekez kir jî, “Krîz dê tu carî me ji giringîpêdana bi pêşkeftina perwerdehî û zanîngehên xwe sar nekin.”

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Gulana 2024an Dîdara Xwendina Bilind a Urdinî-Kurdistanî li Hewlêrê bi diruşma “Pêşbînkirina Pêşerojê bi Rêya Pêşveçûna Berdewam” bi beşdariya zanîngehên Urdin û Herêma Kurdistanê dest pê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dîdarê de gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, “Bi xêrhatineke germ li mêvanên birêz, şanda Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bo Herêma Kurdistanê dikim û spasiya organîzatorên vê dîdara girîng dikim û hêviya serkeftinê di karê wan de dixwazim.”

Herwiha got: “Hêvîdar im di van rojan de encam û pêşniyarên girîng û kêrhatî werin pêşkêşkirin û ev dîdar bibe sedema zêdetir pêşdeçûna xwendina bilind li Herêma Kurdistanê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê kir, “Em hevkarî û hemahengiya Şahnişîna Urdinê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên cuda de bilind dinirxînin. Em kêfxweş in ku peywendiyeke demdirêj û dostane ligel Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi serokatiya Şah Ebdullahê Duyem heye ku di qonaxên cuda de piştevaniya Herêma Kurdistanê kiriye.”

Tekez kir jî: “Pêşveçûn û pêşxistina saziyên me yên perwerdehî û akademîk yek ji karên me yên pêşîn e, em dixwazin zanîngeh û navendên me yên akademîk di asta pêşkeftina bilez a vê serdemê de bin û alîkariya geşepêdana jêrxaneya aborî ya me bikin.”

Amaje bi wê jî kir, “Rast e di van salên dawî de em bi gelek qeyranan re rû bi rû mane û gelek ji wan jî derbas bûne, lê krîz dê tu carî me ji giringîpêdana bi pêşkeftina perwerdehî û zanîngehên xwe sar nekin. Pêwîst e zanîngehên me alîkariya me bikin ji bo dîtina çareseriyan ji pirsgirêk û qeyranên ku em rûbirûyî wan dibin û bi plan û nexşerêyeke zanistî, alîkariya hikûmetê bikin ji bo berdewamiyê dibin bernameya xwe ya çaksaziyê ya berfireh.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Hêviyên me yên mezin ji zanîngehan hene ku rola xwe ya bibandor bilîzin, ne tenê wekî navendek zanistî ji bo hînkirin û perwerdekirina nifşên me, lê her weha wekî saziyeke zindî ya ronakbîriyê û motora nûjenî û nûjeniyê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê kir: “Em hertim daxwaza aştî û aramiyê li Herêma Kurdistanê, Iraq, navçe û cîhanê bi giştî dikin. Di vê çarçoveyê de Herêma Kurdistanê hertim hewl daye û kar kiriye ku roleke erênî di dabînkirin û parastina aramiyê de bilîze, ji ber ku tenê di rewşeke aram de, em dikarin li ser baştirkirina civaka xwe di her warî de bixebitin, da ku bigihîjin asta welat û civakên pêşkeftî, ku em di warê çavkaniyên mirovî û madî de ji van civakan ne kêmtir in û tenê şert û mercên aram û ewle û rêvebirinek jîr, zanistî û nûjen pêwîst e ku di asta pêşkeftinên serdemê de bin.”

 

Fly Erbil Advertisment