Wezîrê Xwendina Bilind: Dîdara Xwendina Bilind a Urdin - Kurdistanê gaveke girîng a zanistî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Herêma Kurdistanê ragihand, Dîdara Xwendina Bilind a Urdin – Kurdistanê destkefteke zanistî ye û dê sûdeke baş ji bo Wezareta Xwendina Bilind û Kurdistanê hebe.
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Herêma Kurdistanê Dr. Aram Mihemed di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, “em ji gelê xwe û gelê Urdinê re radigihînin ku ev dîdar destkefteke zanistî ye. Em hêvîdar in ku sûdeke baş ji bo Wezareta Xwendina Bilind û Kurdistanê bi giştî hebe.”
Wezîrê Xwendina Bilind got: “Em hêvîdar in ku şanda Urdinê di dema mana xwe ya li Herêma Kurdistanê de, ji dîmen û xwezaya xweş a Herêma Kurdistanê kêfxweş bibe. Ev pêngava yekem a xebata me ye, helbet dê gavên din jî hebin û dê bi sûd û destkeft ji her kesî re hebin.”
Dr. Aram Mihemed got: “Destkeftên giringî yên zanistî yên girîng ji bo zanîngehên me, piştgiriyeke mezin e, ji bo bawerî û naskirina kalîteya xwendinê li Iraq û navçeyê.”
Herwiha got: “Di gavên bê de em ê gavan berfereh û baş bavêjin. Em ê ne tenê di warê zanistî de, di heman demê de di siyaset, bazirganî û qadên din de jî vê têkiliya di navbera Urdunê û me de bipêş bixin û berfireh bikin.
Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Gulana 2024an Dîdara Xwendina Bilind a Urdinî-Kurdistanî li Hewlêrê bi beşdariya zanîngehên Urdin û Herêma Kurdistanê dest pê kir û Konsulusê Şahnişîna Urdinê Fuad Mecalî jî spasiya Serok Mesrûr Barzanî kir, ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dîdarê de gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, “Em dixwazin zanîngeh û navendên me yên akademîk di asta pêşkeftina bilez a vê serdemê de bin û alîkariya geşepêdana jêrxaneya aborî ya me bikin.”