Qaymeqamê Hewlêrê: Zêdetirî 370 dukanan li bazara Qeyseriyê şewitîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Qaymeqamê Hewlêrê da zanîn, li bazara Qeyserî ya Hewlêrê zêdetir ji 370 dikananan bi temamî şewitîne.

Qaymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ji K24ê re ragihand, şeva borî agir bi bazara Qeyseriyê ket, rasterast tîmên xizmetguzariyê, hêzên ewlehiyê, Berevaniya Şaristanî û Zerevanî, tîmên tenduristiyê karîn agir kontrol bikin.

Da zanîn jî: “Nêzîkî 4 hezar dukan li bazara Qeyseriyê hene, lê mixabin li gorî amarên destpêkê zêdetirî 370 dukanan bi temamî şewitîne.

Nebez Ebdulhemîd amaje bi wê yekê kir, “Agir şeva borî hat kontrolkirin, lê li piraniya dikanan hîn dûkel maye.”

Got jî: “Komîteya lêkolînê ya ku duh bi şev hate avakirin, dilmildest dest bi xebatên xwe kir. Komîteyek taybet jî lêkolînê li ser sedema derketina agir dike, piştre emê encaman aşkere bikin.”

 

Fly Erbil Advertisment