Mihemed Şukrî: Kabîneya Nehê li ser pêşveçûna Herêma Kurdistanê di kertê çandinê de rijd e

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê radigehîne, “Kabîneya Nehê gelek rijd e ku Kurdistan di gelek waran de pêş ve biçe, xasma di kertê çandinê de ku pêdivîtiya me bi teknolojiya nû û rêyên nû yên çandinê heye”.
Serokê Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî îro (Sêşem, 07.05.2024) li nav Lûtkeya Weberhênanê li Ebuzebî ji K24ê re ragehand, “Em bi logo û alayên taybet ên Kurdistanê tevlî vê lûtkeyê bûne, ku Herêma Kurdistanê wekî aliyekî serekî û wekî dewletek û pareke Îraqê û paştir wekî aliyekî weberhênanê yê cuda hatiye temaşekirin”.
Serokê Desteya Weberhênanê herwesa got, “Vê lûtkeyê pêngaveke gelek bibandor û rijd ji bo paşeroja weberhênanê li Kurdistanê heye. Ya ku li vê derê hatiye danan ji bo pêşkêşkirina derfetên weberhênanê li Herêma Kurdistanê ye û hem jî ji bo ku em bikarin zêdetir bala xwe bidin ser weberhênanê ji bo Herêma Kurdistanê ku pêdivîtiya me pê heye”.
Mihemed Şukrî amaje jî da, “Herêma Kurdistanê gelek derfetên weberhênanê yên giring hene. Serokwezîr Mesrûr Barzanî gelek rijd e ku em di gelek waran de pêş ve biçin, xasma di kertê çandinê de ku pêdivîtiya me bi teknolojiya nû û rêyên nû yên çandinê heye”.
Navbirî tekez jî kir, “Pêdivîtiya me di kertê çandinê de bi pirojeyên gelek baş heye, herwesa pêdivîtiya me kalitiya bilind a geştyariyê jî heye. Warên pîşesazî û pîşesaziya xwarinê û bi eynî awayî warê avê û warên din jî ku derfetên gelek mezin û giring ên Herêma Kurdistanê ne li vê derê tên pêşkêşkirin”.
Serokê Desteya Weberhênanê ron jî kir, “Weberhênan jî li Herêma Kurdistanê giring e, xasma mijara cade û rêyan ku mijara bi hêsanî gehiştina sûkan ebazarî bi sûka berfireh a Îraqê re, mimkin ye. Herêma Kurdistanê dikare ji bo berhemanînê bibe aliyekîaliyek û Îraq jî feydeyî ji wîwê sûkê werbigire.
Mihemd Şukrî li dawiyê jî got, “Ev hemî derfetên mezin in ku em dikarin li vê konfiransê feydeyî jê werbigirin ku 175 dewlet tevlî wê bûne, bi tevlîbûna 12 hezar kesan di vê lûtkeyê de, em dikarin bi vê rêyê Herêma Kurdistanê bi xelkê welatên din jî baştir bidin nasandin, wekî weberhênaneke baş ji bo paşeroja kompaniyên cîhanî”.