Pêleke tozê bi ser Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ve hat

Pêla tozê bi ser Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ve hat
Pêla tozê bi ser Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ve hat

Diyarbekir (K24) - Gerînendehiya Keş û Hewayê ya Herêma 15an a Tirkiyeyê welatî li ser pêla tozê ya ku ji Afrîkaya Bakur û Suriyeyê ber bi Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ve tê hişyar kirin.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ku pêla tozê ya ku ji Pêncşemê ve (09.05.2024) serdest bûye, îro ji Mêrdîna Bakurê kurdistanê dest pê kir û hêdî hêdî bandora xwe zêde dike.

Di hişyariya saziya keş û hewayê de hat diyarkirin ku bi vê tozê re dê kalîteya hewayê dakeve û dê li gelek deveran navbera dîtinê jî kêm bibe.

Li gorî nexşeya ku hat parvekirin, bandora herî zêde ku di asta jor de ye dê li Rihayê bike û li bajarên wekî Diyarbekir, Colemêrg, Meletî, Semsûr, Dîlok û Çewligê jî dê bandora tozê zêde be.

Her wiha hat diyarkirin ku ev toza ku ji 9ê Gulanê dest pê kir, dê heta 12ê Gulanê berdewam bike.

Her wiha di hişyariyên ku hatin kirin de hat destnîşankirin ku bi vê pêla tozê re dê dem bi dem baran jî bibare û ev yek dê bibe sedema barîna heriyê. Li ser vê yekê jî welatiyên nexweş û extiyar hatin hişyarkirin ku heta pêkan be bi maske bigerin an jî dernekevin derve.

Fly Erbil Advertisment