Qayimqamê Çemçemalê di derheqa êrîşa li ser Kormorê de ronkirinekê belav dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Qayimqamê Çemçemalê gotgotka êrîşkirina ser Zeviya Kormorê ya Gazê red dike û dibêje, “Îro çi êrîş nehatine ser Zeviya Kormorê ya Gazê”.
Qayimqamê Çemçemalê Remik Remezan îro (Yekşem, 12.05.2024) ji K24ê re ragehand, “Îro çi êrîş nehatine ser Zeviya Kormorê ya Gazê û ew gotgotkên behsa êrîşa dronî ya li ser wê zeviyê dikin çi bingeh nînin û ji dûrisyê dûr in”.
Li roja Înê, 26.04.2024, bi rêya dronekê êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê hat kirin û di encamê de çar karmendên Yemenî yên Kompaniya Dana Gasê ya Îmaratî ya weberhênera gaza wê zeviyê hatin kuştin û du jî birîndar bûn. Ew jî cara duyê bû ku di îsal de êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê hat kirin.
Piştî wê êrîşê, wezaretên Karebê û Samanên Xwezayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê her duyan ragehand, “Ji ber êrîşa dronî ya li ser Zeviya Kormorê, şandina gazê ji bo westgehên berhemanîna karebê rawestiyaye û lewma jî nêzî 2500 Mêgawatên karebê kêm bûne”.
Gaza Kormorê bi rêya boriyê ji westgehên karebê yên Çemçemal û Hewlêrê re tê şandin, wesa jî 67% ya kareba Herêma Kurdistanê dabîn dike.
Zeviya Kormorê ya Gazê li sala 2007ê hatiye damezrandin, dikeve sinorê nahyeya Qadirkeremê ya qezaya Çemçemalê li parêzgeha Silêmaniyê û kompaniya Dana Gasê weberhênanê tê de dike.