Serok Barzanî: Bi dirêjahiya dîrokê gelê Kurdistanê daxwaza aştî û pêkvejiyanê kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 13ê Gulanê pêşwazî li şandeke Navenda Fransî bo Lêkolînên li ser Iraqê kir ku ji Professor Michel Vivorca, Professor Fabricel Balanche, Marius Exposito, Tiali Yilman û Dr. Adil Baxewan pêk hatibû.

Di hevdîtinê de, şanda mêvan pêzanîna wan bo qurbanîdan û berxwedana gelê Kurdistanê di xebat û bêwestaniya ji bo bidestxistina azadiyê hebû û rola Serok Barzanî di tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de bilind nirxand. Herwiha pesnê ferhenga pêkvejiyanê û parastina pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê da.

Her di vê hevdîtinê de, rewşa siyasî, pêşhat, gef û metirsiyên li Iraq û navçeyê, hevkêşeyên herêmî û navdewletî û herwiha rewatî û paşeroja doza gelê Kurdistanê û aramiya navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Girêdayî bi mafên gelê Kurdistanê de, Serok Barzanî ji bilî şîrovekirina rehendên dîrokî, siyasî û yasayî yên rewatiya doza gelê Kurdistanê li Îraq û navçeyê û herwiha têkoşîna gelê Kurdistanê ji bo parastin û pêşvebirina doza xwe, tekez li ser wê yekê kirk u çareserkirina pirsgirêkan bi şer, înkar û hewlên jinavbirina gelê Kurdistanê ti encamek bidest nexistiye û baştirîn rê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, di nav de jî pirsgirêka gelê Kurdistanê li herêmê, têgihîştinê, aştî, rêkarên demokratîk û diyalog e.

Serok Barzanî amaje bi wê jî da, bi dirêjahiya dîrokê, gelê Kurdistanê daxwaza aştî, pêkvejiyan û hevbeşiyê kiriye û ti carî destpêşxerê şer û aloziyan nebûye.

Fly Erbil Advertisment