Amedsporê Kupaya Şampiyoniyê li Diyarbekirê wergirt
Diyarbekir (K24) – Amedspora ku hefteya borî li mala xwe bi Menemensporê re lîstibû û ji Lîga 2yem derbasî Lîga 1em bûbû, kûpaya şampiyoniyê li Diyarbekirê bi şahiyeke girseyî wergirt. Di şahiya kûpayê ku li stadyûma Diyarbekirê hat kirin de bi deh hezaran welatiyan ligel tîma Amedsporê demên bi coş derbas kirin.
Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yem de ji bo Lîga 1em têdikoşiya, piştî pêşbaziya bi Menemensporê re 81 puan bi dest xistibûn û derbasî Lîga 1em bûbû. Ji bo wergirtina kûpaya şampiyoniyê jî amadekariyên dorfireh hatin kirin û kelecana vê serkeftinê li stadyûma Diyarbekirê bi alîgiran re hat parvekirin. Rêveberên Amedsporê, li ser serkeftina tîma xwe ev peyam dan:
Rêveberê Amedsporê Ahmet Ulmez ji K24ê re got: “Serkeftin ji bo vê tîmê dereng jî mabû. Vî bajarî û vê tîmê ji mêj ve vê serkeftinê heq kiribû. Piştî ewqas salan me şampiyoniyê hanî bajarê xwe. Helbet ev serkeftin ne tenê ya tîmê ye. Di serî de Serokê Amedsporê Azîz Elaldi, hemû rêveberên tîmê û rêveberên sazî û dezgehên sivîl û civakî û herî zêde jî alîgir û welatiyên me, keda hemûyan heye. ”
Rêveberê Amedsporê Emre Çerî dibêje: “Dema em derketibûn vê rêyê, serokê me Azîz Elaldi gotibû ku em ê bibin şampiyon, heger em nebin, em ê dest ji rêvebirina tîmê berdin. Me soza xwe bi cih hanî û em îro bi xwêdana eniya xwe li vê derê ne.”
Her çiqas di destpêkê de destûra kişandina dîmenên şahiyê nehatibe dayîn jî piştî dan û stendinan çapemeniyê jî li nav qadê cihê xwe girt û bernameyê bi kelecaneke mezin berdewam kir. Her wiha hunermendên Kurd ên wekî Xêro Abbas, Perwîn Çakar, Îlkay Akkaya û gelekên din bi dildarî beşdarî şahiyê bûn û şahiya ku ji 5 saetan zêdetir hat rêvebirin, bi peyamên spasiyê û wergirtina kûpayê berdewam kir. Alîgirên ku ji rewşê dilxweş bûn jî kêfxweşiya xwe wiha hanîn zimên:
Alîgir: “Kêfa me gelek li cih e. Bi destûra Xweda em ê derbasî Lîga Super jî bibin, Xweda alîkarê me be.”
Alîgir: “Em ro zî ma bî tiya raşteraşt em ser ji bo qadê ma bol giran be. Em ser bi hakemana bi TFFiya, bol ne qanî ma ke. Lê raşteyî esta heqê çi çi yo be ev vîneno. Sebo wa bibo, heq Amedspor bî û Amedspor bî şampiyon.”
Amedspor, piştî têkoşîna 11 salan derbasî Lîga 1em bû û kûpaya şampiyoniyê bi coşeke mezin wergirt. Amedspora ku wekî tîma gelê Kurd tê binavkirin, dê ji niha û pê ve jî bi piştgiriya alîgirên xwe ji bo Lîga Super têbikoşe.