Wezareta Darayî çend rastiyan li ser pirojeya Hejmara Min belav dike

Hejmara Min
Hejmara Min

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend rastiyan wekî piştrastkirin li ser pirojeya Hejmara Min ji bo welatiyan û mûçexurên Herêma Kurdistanê belav dike.

Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 13.05.2024) çend rastî li ser pirojeya Hejmara Min belav kirin û got, “Di pirojeya Hejmara Min de, mûçexur tenê yek peymanê mor dikin, ew peyamn jî di navbera mûçexur û bankan de ye. Tevî wê yekê jî, ew peyamn li bin çavdêrî û rênîşandana Banka Navendî ya Îraqê pêşkêşî mûçexuran tê kirin”.

Wezareta Darayî û Aborî amaje jî da, “Tenê yek kesî maf heye biryarê li ser hejmara bankê bide, ew kes jî mûçexur bi xwe ye, ne hikûmetê û ne jî bankan. Çi alî nikarin destkariyê di hejmarên mûçexûran de bikin”.

Wezareta Darayî û Aborî mûçexuran piştrast dike ku mûçexur di hejmarên xwe yên bankan de dikarin 100% mûçe û pereyê xwe bê çi berbestek derbixe”.derbixin”. Herwesa got, “Çi kes û aliyekî maf nîne destkariyê di hejmarên mûçexuran de bike, ji bilî mûçexuran bi xwe”.

Wezareta Darayî û Aborî hejmara tilefonê ya 1991 a senterê xwe yê peywendiyan belav kiriye, ji bo her pirsyareka welatiyan li ser pirojeya Hejmara Min hebe.

Li dû amarên pirojeya Hejmara Min, tevaya hejmarên vekirî ji bo mûçexurên dezgehên cuda cuda yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê gehiştiye 301 hezar hejmaran û ji wê hejmarê jî 200 kartên bankan ji xwediyên wan re hatine dan.

Fly Erbil Advertisment