Li Silêmaniyê pêşangeheke taybet ji bo zarokên Dawn Syndrome tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Silêmaniyê pêşangeheke taybet ji bo zarokên Dawn Syndrome tê vekirin. Birêvebera Navenda Dawn Syndrome a Silêmaniyê dibêje, “Armanca me ji vî karî diyarkirina şiyanên veşartî yên zarokên Dawn Syndrome e”.

Yek ji zarokên li wê navendê ku tûşbûyîyê Dawn Syndrome ye, dema mamostaya wê pirsyaran jê dike, hemî bersivan wekî kesên asayî dide, behsa karên xwe yên destî ji bo pêşangeha taybet a Navenda Dawn Syndrome dike. Ev pêşangeh her sal ji bo pêşxistina zarokên Dawn Syndrome li vê navendê tê vekirin.

Birêvebera Navenda Dawn Syndrome a Silêmaniyê Hêro Yasîn ji K24ê re ragehand, “Armanca me ew e ku em wan zarokan ji bo tevaya xelkî bidin nasandin, şiyanên wan zarokan jî ji yên zarokên asayî kêmtir nînin. Wan jî şiyan hene û dikarin wêneyan çê bikin û ya ku di dilê wan de ye bi rêya wêneyan diyar bikin”.

Vekirina pêşangeha wêneyan ji bo zarokên Dawn Syndrome û belavkirina karên wan nîşana wê yekê ye ku ew zarok feydeyî ji rahênanan werdigirin, lewma kesûkarên wan dibêjin ku pêdivî ye navendên Dawn Syndrome bên zêdekirin ji bo ku zarokên din jî bêbar nebin.

Bêgerd Mihemed ku dayika yek ji wan zarokan e ji K24ê re got, “Ev navend ji bo wan zarokan gelek giring e ji ber ku xizmeteke baş dike. Ev zarok di nav civakê de jî piştguhxistî ne, gelek daybaban zarokên xwe kirine di jor ve”.