Mark Kimmitt: Petrola Kurdistanê alîkariya aboriya cîhanî û bazara enerjiyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Dîplomat û pisporekî siyasî yê Amerîkî dibêje, Amerîka dixwaze pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê li ser petrolê çareser bike. Herwiha got j: “Herêma Kurdistanê ji bo hemû Iraqê alîkar e.”
Dîplomat û pisporê siyasetê yê Amerîkî Mark Kimmitt ji K24ê re ragihand, serdana Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Enerjiyê Geoffrey Pyatt bo Iraq û Herêma Kurdistanê girîng e. Ji ber ku Amerîka dixwaze têkiliyên Hewlêr û Bexdayê li ser petrolê çareser bike.
Kimmitt got, proseya petrolê ya Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûr û yasaya Iraqê de, dê alîkariya bazarên aborî û enerjiyê yên cîhanê bike.
Herwiha got: “Petrol ne tenê bo Kurdistanê, belku bo hemû Îraqê giring e, ji ber ku egera sereke ya baştirkirina jîyana gelê Îraq û xelkê Herêma Kurdistanê ye.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Gulanê ligel Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Enerjiyê Geoffrey Pyatt û Balyozê Amerîkayê Alina Romanowski li Iraqê serdana santrala Mass Global li Pîrdawid û westgeh û kêlgeha Xurmele ya girêdayî Kar Group li parêzgeha Hewlêrê kirin.