Dadgeha Federal li ser gilînameya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê li ser gilînameya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya taybet bi dabeşkirina kursiyên Parlamentoya Kurdistanê dicive.
Biryar e îro 19ê Gulana 2024an, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ji bo yekalîkirina gilînameya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya taybet bi dabeşkirina kursiyên Parlamentoya Kurdistanê dicive.
Gilînameya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 6ê Gulanê bi rêya parêzer Îyad Kakeyî, gilî li dijî Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, li Dadgeha Federalî vekir.
Giliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi du xalan ve girêdayî ye: Rêbaza dabeşkirina 100 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê li ser parêzgehan û betalkirina 11 kursiyên kotayê ya Parlamentoya Kurdistanê. Serokwezîr daxwaz ji dadgehê kir ku wê dabeşkirina bi “neyasayî” binav bike.
Roja 22-02-2024an, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê 11 kursiyên kotayê yên Parlamentoya Kurdistanê betal kirin û bi nedestûrî da nasandin. Ew 11 kursî di nav pêkhateyan de bi vî awayî hatibûn dabeşkirin: 5 ji bo Xiristiyanan, 5 ji bo Tirkmenan û yek jî ji bo Ermenan.
Dadgeha Federalî bersiva gilînamya Serokwezîr Mesrûr Barzanî da
Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê îro 7ê Gulanê di bersiva giliya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de, biryareke “welayî” derxist, ji bo rawestandina cibicîkirina xala duyem a madeya duyem ji sîstema tomarkirin û pesendkirina lîsteyên kandîdên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê, ku tê de hatiye:
(Palamentoya Kurdistanê ji 100 kursiyan pêk tê û li ser van herêmên hilbijartinê tê dabeşkirin: Parêzgeha Hewlêrê 34, Silêmaniyê 38 kursî, Dihok 25 kursî û Helebce 3 kursî)
Dadgeha Federalî got, heta dema ku gilî yekalî dibe, cibicîkirina xala duyem berdewam dibe, ev jî bi armanca dûrketina ji encamên cîbicîkirina wê de, ku dê di pêşerojê de çareserkirina wan dijwar be.