Rojnamevan Şakar Star ji aliyê hêzeke ewlehiyê ya YNKyê ve hat desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzeke ewlehiyê ya YNKyê bêjer û rojnamevanê Tîwar Newsê Şakar Star di dema vegeriyana wî ji Silêmaniyê bo Hewlêrê de li westgeha Aştiyê ya Koyeyê desteser kir.
Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê Hawjîn Cemal ragehand, “Seet 10:45 ê şeva borî, 18.05.2024, bêjer û rojnamevanê Tîwar Newsê Şakar Star di dema vegeriyana wî ji Silêmaniyê bo Hewlêrê de li westgeha Aştiyê ya Koyeyê ji aliyê hêzeke YNKyê ve hat desteserkirin.
Peyamnêrê K24ê amaje jî da, “Şakar Star bi hevjîna xwe û du zarokên xwwe re bû dema ji aliyê wê hêzê ve hat desteserkirin û erebeya wî jî hat bindestkirin; hevjîna wî û her du zarokên wî jî bi erebeyeke serbazî ji Koyeyê bo Silêmaniyê hatin vegerandin”.
Birêveberê Senterê Mîtroyê yê Berevanîkirina ji Rojnamevanan Diyarî Mihemed ji aliyê xwe ve ji K24ê re ragehand, “Me lidûçûn ji bo wê rûdanê kiriye. Pêştir Asayîşa Silêmaniyê skala li ser wî hebû, lewma ew hatiye desteserkirin û niha li Asayîşa Giştî ye”.
Di derheqa sedema desteserkirina wî de, Birêveberê Senterê Mîtroyê amaje da, “Ji ber belavbûna çend vîdyo û raportan li rûpela Tîwar Newsê, rojnamevan Şakar Star hatiye desteserkirin”.