Koçerên Dêrikê çawa penêrê sîrik çêdikin?
Navenda Nûçeyan (K24) – Koçerên Dêrika Rojavayê Kurdistanê ji Adarê ve dest bi çêkirina penêrê sîrikê, şijik û jajî dikin.
Jinên koçer ên gundê Kaniya Dirêj behsa çawaniya çêkirina penêrê xwe dikin û dibêjin, penêrê koçeran gelekî navdar e û xwastek li ser penêrê spî û yê sîrikê jî gelek e.