Ano Cewher bi ayeteke Qur'ana Pîroz bersivê dide Dadgeha Federal

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku Dadgeha Federal a Iraqê biryara Komîsyona Dadwerî ya Hilbijartinan ya derbarê kursiyên pêkhateyan li Parlamentoya Kurdistanê pesend kir, Serokê Hevpeymaniya Hamorabî bi ayeteke Qur'ana pîroz nerazîbûna xwe nîşanî biryarê da.

Serokê Hevpeymaniya Hemorabî Ano Cewher li tora civkî “X” bi ayeteke Qurana pîroz bersiva biryara dadgeha federal a Iraqê ya derbarê kursiyên pêkhateyan da.

Ano Cewher di protestoya xwe de, ayeta sê ya sûreya El-Saf bikar aniye: "يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لِمَ تَقُولُونَ مَا لا تَفْعَلُونَ، كَبُرَ مَقْتًا عِنْدَ اللَّهِ أَنْ تَقُولُوا مَا لا تَفْعَلُونَ" anku “Gelî bawermendan, çima hûn wek ku dipeyivin nakin, li cem Xwedê gunehekî mezin e ku hûn gotina xwe cibicî nekin.”

Dadgeha Federalî ya Iraqê îro 21ê Gulanê biryara Komîsyona Dadwerî ya Hilbijartinan pesend kir, ku li gorî metna biryarê, 5 kursiyên pêkhateyan dê li ser parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê bên dabeşkirin.

Pêştir Dadgeha Federalî biryar dabû ku hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê ji 110 kursiyan bo 100 kursî bên kêmkirin û kursiyên parêzgehên Herêma Kurdistanê bi vî awayî dabeş kiribû: Hewlêr 34 kursî, Silêmanî 38 kursî, Dihok 25 kursî û Helebce 3 kursî.