Li Mêrdînê ji ber deynên qeyuman, elektrîka şaredariyê hate birîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Mêrdînê ji ber deynên qeyuman, elektrîka Xizmetguzariya Av û Elektrîkê ya Şaredariya Mêrdînê hate birîn.
Kompaniya DEDAŞ ya elektrîkê, elektrîka pampên avê yê navçeyên Qoser û Artukluyê qut kirin. DEDAŞ da xuyakirin, ji dema Qeyum 600 milyon lire deynên şaredarî yên elektrîkê hene û ji ber vê qut kirine.
Hevşaredarê Mêrdînê Ehmed Turk, piştî qutkirina elektrîkê li gel berpirsên Kompaniyê civiya û biryara qutkirina elektrîkê hate rawestandin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk got, qeyuman heşt sal şaredariya Mêrdînê birêve birine û deynên elektrîkê gihandina 600 milyon lîreyan, lê di heyama heşt salan de carek jî elektrîka şaredarî di dema qeyuman de nehatiye qutkirin.