Rêdîr Silêman: Di Kabîneya Nehê de zêdetirî 300 pirojeyên rêyan li Dihokê hatine bicihanîn
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Birêveberê Giştî yê Birêveberiya Rêyan û Avedankirinê ya Dihokê amajeyê dide, “Di dema Kabîneya Nehê de, 312 pirojeyên rêyan li parêzgeha Dihokê hatine bicihanîn”. Herwesa dibêje, “Em berdewam ji bo xizmetkirina welatiyên xwe kar dikin”.
Cîgirê Birêveberê Giştî yê Birêveberiya Rêyan û Avedankirinê ya Dihokê Rêdîr Silêman îro (În, 24.05.2024) taybet ji K24ê re got, “Me berdewam kar kiriye ji bo ku pirojeyên xizmetkariyên rê û rêbaran li nav bajar û bajark û gundên sinorê xwe zêdetir pêş bixin û zêdetir xizmeta welatiyên xwe bikin”.
Rêdîr Silêman amaje jî da, “Me pilaneke rijd ji bo pêşxistina rêyên dualî yên navbera Dihokê û qeza û parêzgehan û xasma Hewlêrê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê û Mûsilê hebû”.
Navbirî eşkere jî kir, “Di Kabnîeya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, giringiyeke zêde bi pirojeyên rê û rêbaran hatiye dan”.
Cîgirê Birêveberê Giştî yê Birêveberiya Rêyan û Avedankirinê ya Dihokê ron jî kir, “Me kar kiriye ji bo ku rêyên navbera bajar, bajark û komelgehan bi gundan re zêdetir pêş bixin, ji bo ku welatî zêdetir berê xwe bidin avedankirina gundan”.
Rêdîr Silêman eşkere jî kir, “19 pirojeyên bi vî awayî li sala 2020ê hatin bicihanîn, ku 53 gundan feyde jê wergirt. Herwesa 81 piroje li sala 2021ê hatine bicihanîn û 220 gundan feyde jê wergirt, 73 pirojeyên din jî li salên 2022 û 2023ê hatine bicihanîn û 160 gundan feyde jê wergirt”.