Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şandeke Qeterî re dicive

Mesrûr Barzanî û Ehmed Hesen Humadî
Mesrûr Barzanî û Ehmed Hesen Humadî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şandeke Qeterî re dicive ku Sikirtêrê Giştî yê Wezareta Derve ya Qeterê serokatiya wê dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 26.05.2024) bi şandeke Qeterî re civiya ku Sikirtêrê Giştî yê Wezareta Derve ya Qeterê Ehmed Hesen Hemadî serokatiya wê dikir.

Di wê civînê de ku Balyozê Qeterê li Îraqê û Konsulê Giştî yê Qeterê li Hewlêrê jî berhev bûbûn, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser pêşxistina peywendiyên dualî di hemî waran de li hev guhertin.

Sikirtêrê Giştî yê Wezareta Derve ya Qeterê silav û rêzên Mîr û Serokwezîrê Qeterê gehandin Serokwezîr Mesrûr Barzanî û daxwaza welatê xwe ji bo berdewamiya peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re diyar kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amaje da giringiya pêgeha Qeterê û berheviya Herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirina peywendiyên dualî di warên cuda cuda de diyar kir.