Nêçîrvan Barzanî: Em herdem piştevaniya mafên pêkhatan dikin

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya Konferansa Qanûna Barê Kesî ya Kiristiyanên Îraqê de radigehîne, “Em herdem piştevaniya mafên pêkhatan dikin”.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Duşem, 27.05.2024) di çarçoveya Konferansa Qanûna Barê Kesî ya Kiristiyanên Îraqê de gotarek pêşkêş kir û tê de ragehand, “Ez dilxweş im ku we hemiyan li Hewlêrê dibînim û em hemî bi hev re ne ji bo ku danûstandinan li ser mafê pêkhateyeke resen a dînî ya gelê xwe bikin ku Kiristiyan in”.

Nêçîrvan Barzanî di pareke din a gotara xwe de destxweşî li Metran Beşar Werde û Serokatiya Zanîngeha Kasolîkî ya Hewlêrê û serperiştan kir ji bo rêkxistina wê kongireyê li ser pirseke giring û pêdivî ku danana reşnivîsa qanûna barê kesî ya Kiristiyanan li Îraqê ye.

Ji aliyekî din ve navbirî bi germî bixêrhatina wan mêvanên Kiristiyan kir ên ku ji Libnan, Sûriye û Urdin berhev bûbûn û hêvî kir ku wan bi ezmûna xwe pişkdariyeke bimifa hebe û çend rojên xweş li Kurdistanê derbaz bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Em herdem piştevaniya daxwaz û mafên Kiristiyanan û hemî pêkhatên Îraqê dikin ji ber ku ew piştevaniya me girêdayî dîroka dirêj a bawerî û kultûrê pêkvejiyana aştiyane û wekehv li Kurdistanê ye”.

Nêçîrvan Barzanî herwesa got, “Ew piştevaniya me girêdayî destûrê Îraqê ye ku xelkê Îraqê deng li ser daye û pejirandiye. Madeya 140ê ya destûrê Îraqê dibêje ku Îraqî azad in ku li dû dîn û mezheb û bawerî û hilbijartina xwe pabendî barê kesî yê xwe bibin”. Eşkere jî kir, “Heta niha kar bi wê madeya destûrî nehatiye kirin”.

Navbirî amaje jî da, “Ev konferans pêngaveke kiryarkî ya gelek giring e ji ber ku rêyê ji bo danûstandinan û çareseriyeke guncayî ji bo daxwaz û mafên Kiristiyanan vedike, em jî piştgiriya daxwazên destûrî yên wan û yên hemî pêkhatên din ên Îraqê dikin”.

Fly Erbil Advertisment