Elî Teter: Em pêxemetî pêşxistina Kurdistan û Dihokê xebatê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê amajeyê dide, “Em pêxemetî pêşxistina Kurdistan û Dihokê xebatê dikin”. Herwesa dibêje, “Dihok bi kultûr û ziman û pêkhatên cuda cuda zengîn e”.
Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (Duşem, 27.05.2024) di çarçoveya kernevala salvegera parêzgehbûna Dihokê de gotarek pêşkêş kir û tê de ragehand, “Dihok û xelkê xwe di demên borî de û taybet berî Serhildana 1991ê û paştir jî rûbirûyî gelek gef û metirsiyan bûne lê li beranberî wan hemiyan bi awayekî xweragir mane”.
Parêzgerê Dihokê amaje jî da, “Dihok bi kultûr û ziman û pêkhatên cuda cuda zengîn e û hemî wan taybetmendiyan diparêzin”.
Elî Teter herwesa got, “Xelkê Dihokê bi şanazî ve meyl û hesteke zêde ji bo evîna bajarê xwe û axa xwe heye”.
Navbirî ron jî kir, “Kurd neteweyeke aram û serxwe ye û aştî û seqamgirî û pêkvejiyanê dixwaze”.
Parêzgerê Dihokê tekez jî kir, “Em pêxemetî pêşxistina Kurdistan û Dihokê xebatê dikin û xizmetê dikin”. Ron jî kir, “Tevî hevrikiyan, Dihokê pêşkeftineke diyar û berçav tomar kiriye”.
55 sal bi ser parêzgehbûna Dihokê re derbaz dibin, di eynî demê de ji bo bilindnirxandina parêzgehbûna wî bajarî çalakî û qehremaniyên cuda cuda tên kirin.
Kernevala salvegera parêzgehbûna Dihokê bi sponsoriya medyayî ya K24ê tê kirin, ku çalakiyên werzişî û hunerî û rewşenbîrî tê de tên kirin.