Du kompaniyên hawirdekirina dermanan li Hewlêrê hatin daxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber kirina serpêçiyan û bicihneanîna rênimayên Tendirustiyê, du kompaniyên hawirdekirina dermanan li Hewlêrê hatin daxistin.
Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 27.05.2024) belav kiriye, Tîmên Kontirola Corî ji bo Rêkxistina Sûkê ji ber kirina serpêçiyan û bicihneanîna rênimayên Tendirustiyê du kompaniyên hawirdekirina dermanan li Hewlêrê daxistin.
Wezareta Tendirustiyê amaje jî daye, “Birêveberiya Kontirola Corî ya Dermanan îro (Duşem, 27.05.2024) bi hevahengiya Polîsên Şaredariya Qayimqamiya Qezaya Navenda Hewlêrê du kompaniyên hawirdekirina dermanan li Hewlêrê ji ber kirina serpêçiyan di rênimayan de daxistin”.
Tevî wê yekê jî Birêveberiya Kontirola Corî ya Dermanan daxwaz ji kompaniyên hawirdekirina dermanan û ember û dermanxaneyan kiriye ku pabendî rênimayan bin. Eger ne, dê bên sizadan.
Pêştir Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Serkar Sûrçî ji K24ê re ragehandibû, “Piştî derkeftina biryara Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo daxistina wan cihên ku giyadermank û kelûpelên xweşikkirinê bi awayê serxet difiroşin, Tîmên Çavdêriya Tendirustî yên Birêveberiya Parastina Tendirustiyê ya Hewlêrê bi hevahengiya Qayimqamiya Qezaya Navenda Hewlêrê çend cihên giyadermankan daxistin”.
Dr. Serkar Sûrçî herwesa gotibû, “Ew cih ji ber zêdegaviyan di reklaman de û pabendnebûna bi rênimayên Wezareta Tendirustî hatin daxistin”.