Cotkarekî Kurd wek yekem cotkarê nimûneyî li ser asta Rojhilata Navîn hat hilbijartin
Navenda Nûçeyan (K24) – Cotkarekî ji gundê Kirbiçine yê parêzgeha Silêmaniyê wek 13emîn cotkarê nimûneyî li ser asta cîhanê û yekemîn cotyar jî li ser asta Rojhilata Navîn hat hilbijartin.
Şêx Cemalê Kirbiçine yê ji gundê Kirbiçine yê li navçeya Singawe, îro 29ê Gulanê nameyek ji Zanîngeha Wageningen a Hollandî û Tora Cotkarên Stêrkên Cîhanê yên Light House wergirt.
Di nameyê de hat gotin ku Şêx Cemalê Kirbiçine wek 13emîn cotkarê nimûneyî li ser asta cîhanê û yekemîn cotkar jî li ser asta Rojhilata Navîn hatiye hilbijartin.
Di dîrokê de yekem car e navê Kurdistan dikeve ser nexşeya 12 welatên ku di warê çandiniyê de pêşketî ne, ku bi lêkolînên xwe yên girîng û akademîk têne naskirin.
