Eleonore Fourniau ji bo dayîna konsertekê li cafeyekê hat Diyarbekirê
Diyarbekir (K24) – Hunermenda Fransî Eleonore Fourniau ku bi hînbûna xwe ya Kurmancî û stranbêjiya Kurdî ketiye rojeva gelê Kurd, ji bo dayîna konserteke li cafeyekê hat Diyarbekirê.
Hunermend Eleonore Fourniau ji K24ê re ragihand, piştî amadekariya 4 salan wê albuma xwe ya bi navê ‘Neynik - Mirror’ a bi Kurdî derxistiye û albûma wê ya ku ji 12 stranan pêk tê, bi zaravayên Kurdî yên Kurmancî, Soranî û Zazakî pêk tê.
Diyar kir jî, ew berî du salan ji bo ahenga Newrozê hatibû Diyarbekirê, lê vê carê ji bo dayîne konsertekê vegeryaye.