Hevşaredarê Wanê daxwaza hevahengiyê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevşaredarê Wanê Ebdulla Zeydan ji K24 da xuyakirin, li Wanê derfetên kar gelek hene û ew dikarin bi Herêma Kurdistanê re di gelek waran de hevahengiyê bikin

qeyum çawa hatine danîn, wek karê yekem saziyên zimanê kurdî daxistine û mamosta dûrxistine. Êrîşên li ser saziyên çand, ziman û jinan, bingeha wê êrîşa li ser hebûna gelê Kurd hatine kirin.

Hevşaredarê Wanê tekez kir jî, li hember van êrîşan, ew zimanê kurdî wek rûmeta xwe dibînin û bo parastin û pêşvebirina ziman dê hemû hewlên xwe bidin.

Ebdulla Zeydan bang li Hikûmeta Herêma Kurdistan û karsaz û pîşesazên Herêma Kurdistanê kir jî ku li Wanê bi hev re kar bikin û hevkariyê bikin.

Hevşaredarê Wanê da xuyakirin, li Wanê derfetên kar gelek hene û ew dikarin di gelek waran de hevahengiyê bikin.

Ebdulla Zeydan amaje bi wê jî kir, qeyuman nêzîkî 9 milyar lîre deyn li pey xwe hiştine û ew deyn ne ji bo xizmetguzariyê hatine xerckirin, berûvajî bo tiştên derveyî erkên şaredarî hatine xerckirin.