Serokwezîr Mesrûr Barzanî xelata şerefa xweragiriyê pêşkêşî Şirîn Xêro dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê xelata şerefa xweragiriyê pêşkêşî Şirîn Xêro ya rizgarbûyiya destê DAIŞê dike û dibêje, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser piştevanîkirina Êzidiyan berdewam dibe.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 02.06.2024) xelata şerefa xweragiriyê pêşkêşî Şirîn Xêro ya rizgarbûyiya destê DAIŞê kir, ku yek ji serkeftiyên vê gerê yên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê ye û piştevaniya hikûmeta xwe ji bo Êzidiyan ragehand.
Mesrûr Barzanî ragehand, “Şirîn yek ji wan jinan e yên ku çend salan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû girtin, wê karî îro qonaxa xwandinê ya zanîngehê bi awayekî biserkeftî temam bike, herwesa karî hêviyê ji bo Êzidiyan vebigerîne.”
Navbirî tekez jî kir, “Şirîn yek ji wan kesan bûye yên ku rijd bûne ku bigehin armanca xwe.” Tekez jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser piştgirîkirin û piştevanîkirina jinên bihêz ên Êzidî berdewam dibe, xasma yên ku dixwazin di nav civaka xwe de serkeftinê tomar bikin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Rêyê bidin ku sefera Şirînê ji bo me û xasma ji bo malbatên me bibe peyameke bihêz ku kiç ber bi xwandinê bên paldan, ji bo ku deng û behreyên wan ji bo Kurdistanê bibin sedema avedankirina paşerojeke geş.”

